Cotyar Adil: Em li benda Bexdayê ne 200 milyar dînarên mûçeyê bisîne

20 June 2021 18:51 0 dîtin
Cotyar Adil: Em li benda Bexdayê ne 200 milyar dînarên mûçeyê bisîne

PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, ew li bendê ne Bexda 200 milyar dînaran bişîne û paşê jî li ser şêwaza dayîna mûçe biryar bidin.

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, hikûmeta Iraqê beriya niha ragihand ku ewê her meh 200 milyar dînar bo mûçe bide hikûmeta Kurdistanê. Em niha li benda wî diravî ne.

Cotyar Adil diyar kir, heta hatina wî diravî zelal nebe em nikarin biryara dawî li ser şêwaza dayîna mûçe bidin û got, ew ê hewl bidin êdî mûçe bi temamî were dayîn.