Cotyar Adil: Sanda Kurdistanê hefteya bê serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku ji bo bidestxistina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, hefteya bê şanda Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Cotyar Adil ragihand, “roja Çarşemê civîna encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê nayê kirin, û roja Sêşemê ew li gel hemû wezaretên peywendîdar bi dosyeya Hewlêrê li gel Bexdayê civiyane û amadekariyên pêwîst hatine kirin, da ku di heftiya bê de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, bi armanca bidestxistina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ew dê hemû hewlên xwe bidin daku mûçeyên fermanberan dabîn bikin. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî hewlên hikûmetê yên bo dabînkirina mûçeyê fermanberan dibêje:
“Ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberan, em dê xerciyan kêm bikin, xerciyên hilberînê jî hatine kêmkirin, xerciyên wezaretan jî ji 240 milyon dolarî ve bo 45 milyon dolarî hatiye kêmkirin. Herwiha mûçeyên pilebilindan jî %50 hatiye kêmkirin.”
Cotyar Adil “Em ne mûçeyan kêm dikin û ne jî zêde dikin, lê li gore w dahata ku hikûmetê heye, em dê rêkûpêk bikin.”
Hewlêr dibêje, li aliyekê mijûlî danûstandinên bi Bexdayê re ye û li aliyê din jî dest bi çaksaziyan di hemû sektoran de kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin