Cotyar Adil: Herêma Kurdistanê spasiya hevpeymanan û welatên dost dike
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil, piştî civîna îro 21ê Nîsanê ya kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyanî dan. Adil ragihand ku hefteya bê wê projeya budceya Herêma Kurdistanê bê amadekirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotiyar Adil got, di civînê de êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, helwesta dost û hevpeymanan hat gotêbêjkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya hevpeymanan û welatên dost dike.
Adil aşkere kir, wê di 25ê mehê de mûçe were dabeşkirin û hefteya bê jî projeya budceya Herêma Kurdistanê tê amadekirin.
Adil got, di meseleya dewamê de li Silêmaniyê kêmtirxemî heye û fermanber bi awayekî berdewam beşdarî di dewama xwe de nakin û nîgeranî bi wan re çêbûye û wan derbarê kêmetirxemiya dewamê de wan aliyên peywendîdar erkdar kiriye û lêpîrsînê dest pê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin