Cotyar Adil: Tu kesekî Îsraîlî li Herêma Kurdistanê nîne
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê bersiva daxuyaniya berpirsekî Hikûmeta Îsraîlê, ku gotibû “dibe ku Îran êrişî welatiyên Îsraîlî yên li Kurdistana Iraqê bike” da.
Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê Ofêr Gêldman çend roj berê diyar kir û got, dibe ku Îran êrişî welatiyên Îsraîlî yên li Gurcistan, Azerbaycan, Tirkiye, Îmarat, Behrên û Herêma Kurdistanê bike.
Bi daxuyaniyekê Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Cotar Adil li ser vê yekê daxuyaniyek da û destnîşan kir, bila her kes bizane ev çendîn car e em dibêjin ku tu berjewendiyeke Îsraîl li Herêma Kurdistanê nîne û tu kesekî Îsraîlî jî li Herêma Kurdistanê nîne. Ji ber wê jî em wê daxuyaniyê red dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin