Cotyar Adil: Sibê li Herêma Kurdistanê ne bêhnvedan e û kar dest pê dike
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, sibê li Herêma Kurdistanê ne bêhnvedan e û kar dest pê dike.
Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil daye zanîn, li gorî biryara Hikûmeta Iraqê sibê jî li Iraqê bêhnvedana fermî ye, lê li Herêma Kurdistanê ne bêhnvedan e.
Herwiha Cotyar Adil eşkere kir, bêhnvedana me îro xelas dibe û sibê kar dest pê dike.
Hikûmeta Kurdistanê beriya niha ragihandibû, ji roja 27 Kanûna sala 2020 heta 2 Çileya 2021 (îro) bêhnvedana sala nû ye û roja 3 Çile (sibê) jî kar destpê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin