Wezîrê Îsraîlî: Divê ketina hin herêman li Filîstîniyan bê qedexekirin
PeyamaKurd – Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich, nameyek li ser medya civakî ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re nivîsand û tê de daxwaz kir, herêmên ewlehiyê bo Îsraîlîyan bên avakirin û ketina filîstîniyan bo wan herêman were qedexekirin.
Bezalel Smotrich di nameya ku li ser platforma Xê belav kiriye de, diyar kiriye ku Îsraîl di ewlehiya Şeîaya Rojava de, bi ser neketiye û xwest, li Şerîaya Rojava ji bo cihûyan qadên ewlehiyê werin avakirin û heta ji bo berhevkirina zeytûnan be jî ketina wan herêman li filîstînîyan were qedexekirin.
Wezîrê Îsraîlî da zanîn ku ew yek ji bo rêgiriya êrîşên li ser niştecihên cihû pêwîste û divê ji bo xweparastinê jî çek bo niştecihên cihû bên dayîn.
Smotrich ji Times of Israelê re derbarê peyva Ereb a di nameyê de gotiye ku wî bi peyva Ereb tenê qesta Filîstînîyan kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin