Wezîrê Îsraîlî: Divê Hamas bê tunekirin!
PeyamaKurd – Wezîrê Ewlehiya Netewî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir got, divê Hamas bê tunekirin.
Ben-Gvîr ji televizyona İsraîlî Kanal12 re axivî û diyar kir ku divê Hemam bi temamî bê tunekir.
Ben-Gvir, di beşa hevpeyvîna xwe ya ku li ser medya civakî belav kiriye de, wiha got: "Dema ku em dibêjin, divê Hamas bê tunekirin; yên stranan dibêjin, pişgiriyê didinê, şekiran belav dikin, hemû Hemas in, divê hemû bên tunekirin.”
Hêjayî gotinê ye, siyasetmedarî Îsraîlî Ben-Gvir, wek siyasetmedarekî rastgirê tundrê tê naskirin ku piştî şerê Îsraîl-Hemasê jî kampanyaya wergirtina çekan bo sivîlên Îsraîlî dabû destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin