Cotyar Adil: Mafên darayî yên Hikûmeta Kurdistanê, mafên me ne, ti kes xêrê bi me nake

24 June 2021 11:05 0 dîtin
Cotyar Adil: Mafên darayî yên Hikûmeta Kurdistanê, mafên me ne, ti kes xêrê bi me nake

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil di derbarê mafên darayî de da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e mûçeyê her ji 30 rojî carekê dabeş bike û li benda Hikûmeta Iraqê ne ji bo yasaya budçeya federalî weke xwe cîbicî bike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil di hevpeyvîneke bi K24ê re diyar kiriye: ‘‘Diyar e sedema dereng şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ew e ku ew pirsên di warê hemahengiyê de di navbera Bexda û Hewlêrê de ye.  Heta niha lîjneyek hatiye pêkanîn di navbera dîwana çavdêriya Herêma Kurdistanû û Iraqê û berdewam serdana deriyên sînorî dikin û zanyarî li ber destê wan hene. Em hêvî dikin Hikûmeta Iraqê ew mafên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne.’’

Herwiha Dr. Cotiyar Adil destnîşan dike, weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her senaryo li ber çavan girtiye û demeke ew amadekariyê ji bo yasaya budçeya Herêma Kurdistanê dikin û demeke dirêj e ew lêkolînê derbarê dahat û xerciyên Herêma Kurdistanê de dikin û berdewam in li ser karên xwe û derbarê reşnivîsa budçeya Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin.

Di berdewamiyê de Dr. Cotiyar Adil eşkere jî dike, heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare hemû xerciyên Herêma Kurdistanê dabîn bike ji ber dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xercên wê kêmtir e .

Li ser şandina 200 miyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve Dr. Cotiyar Adil diyar dike: ‘‘Mafên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mafên me ne. Ti kes xêrê bi me nake. Em li bendê ne Bexda deqa yasaya budçeya Iraqê bîne cî. Em baweriyê didin xelkê Herêma Kurdistanê û taybet jî karmendan weke berê jî me soz dabû her ji 30 rojî carekê em ê mûçeyê dabeş bikin.’’