Kurdistan | Wezareta Darayî: Pirsa dahat û bacan a bi Hikûmeta Bexdayê re bidawî bûye...
PeyamaKurrd - Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, îro Pêncşemê 14ê Kanûnê dahat û bacên Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de, bi hevahengiya Hikûmeta Federalî ya Iraqê û bi rêya Lijneya Dîwana Çavdêriya Darayî, hemû data û hejamrên rastîn ên dahat û bacên navxweyî eşkere kirine û ew pirs bidawî hatiye”.
Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin: “Mixabin, roja 12ê vê mehê, Birêveberê Giştî yê Bac û Avahiyên Hikûmî yê berê ji bo yek ji medyayan gotiye qaşo; 800 milyar dînar wekî dahata bacan hatiye komkirin, lê tenê 220 milyar dînar ji bo Hikûmeta Federalî hatine diyarkirin. Ev dereweke mezin e û neheqiyeke mezin e li xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin”.
Wezareta Darayî destnîşan kir: “Yek ji bingehên karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê çaksaziya di warê bacê de ye, ji vî alî ve zêdetirîn çaksazî di warê bacê de hatine kirin û bi rengekî ron û şefaf serederî pê re hatiye kirin”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin