Wezareta Darayî ya Kurdistanê: Dayîna mûçeyan sibe dest pê dike
PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê sibê 25ê Cotmehê roja Duşemê dest bi dayîna mûçeyê meha 10 bikin.
Wezaretê da zanîn, mûçeyê meha 10 dê bê lêbirîn were dayîn û dê destpêkê jî mûçeyê karmendên wezareta tenduristiyê bê dayîn.
Serokê nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa doh ragihandibû ku di demek nêzîk de dê Bexda 200 milyar dînar bide hikûmeta Kurdistanê.
Li gorî rêkeftina navbera hikûmetên Iraq û Kurdistanê, heta bûdceya Iraqê were pesendkirin, hikûmeta Iraqê ji bo mûçeyê karmendan mehane 200 milyar dînar dide hikûmeta Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin