Wezareta Darayî ya Kurdistanê: Dayîna mûçeyan 21ê mehê dest pê dike
PeyamaKurd - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hefteya bê dest bi dayîna mûçeyên karmendan tê kirin.
Berpirsekî ji wezareta darayî ya Kurdistanê ji K24 re ragihandiye ku Wezareta Darayî wê roja 21ê Çileyê 2021ê dest bi dayîna mûçeyan bike.
Berpirsê hikûmeta Kurdistanê daye zanîn, mûçeyê karmendên normal dê %21 were kêmkirin û mûçeyê berpirsên pilebilind jî %50 were kêmkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin