Cotyar Adil: Pêgeh û rola Kurdistanê her diçe bihêztir dibe

23 February 2023 20:39 0 dîtin
Cotyar Adil: Pêgeh û rola Kurdistanê her diçe bihêztir dibe

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil, îro 23yê Sibatê di civîneke rojnamevanî de, derbarê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Îmarat û Fransayê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê de agahî dan.

Cotyar Adil bal kişand ser serdanên Fransa û Îmaratê yên Serokwezîr Barzanî û destnîşan kir, Serokwezîr di serdana Fransayê de hevdîtinên girîng bi rayedarên fransî re kirin, pêgeh û rola Herêma Kurdistanê her diçe bihêztir dibe.

 Adil got ku gelek welatên herêmê jî dixwazin piştgiriya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin û ev jî ji bo Herêma Kurdistanê destkeftiyeke girîng e.

Cotyar Adil da zanîn ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye, di çarçoveya şirîkatiyeke rastîn de, bi Bexdayê re li hev bike û got, “Wê lihevkirina Bexda û Hewlêrê di berjewendiya hemû gelên Iraqê de be. Em bi biryar in ku çareserî li ser bingeha destûrê û federaliyê pêk were.”

Herwiha Adil bibîr xist ku di hin waran de di navbera hikûmên Hewlêr û Bexdayê de nêzîkbûn çêbûye, lê bêguman hin mijarên nakokî li ser heye jî hene.