Cotyar Adil: Petrola Kurdistanê radestî Bexdayê nayê kirin
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, da xuyakirin ku peywendî di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in û ew li benda raportên komîteya teknîkî ya herdu alîyan in.
Berdevkê hikûmetê da zanîn: “Li gor yasaya budceyê ya Iraqê, petrol radestî Bexdayê nayê kirin, lê dahata petrolê tê radestkirin.”
Adil got ku ji herdu alîyan nîyazpakî heye bo çareserkirina pirsgirêkan, herwiha dabînkirina mûçeyên fermanberan karên herî pêşîn a Hikumeta Herêma Kurdistanê ye û fermanberan jî dilnîya dike ji berdewambûna dana mûçeyê.
Cotyar Adil destnîşan kir ku ji bilî rûniştin û kombûnan di navbera hikumeta Herêma Kurdistan û hikumeta Bexdayê de, peywendîyên telefon û gotbêjan derbarê budce, mûçe û tevaya mijaran de hene.
Berdevkê hikûmetê diyar kir, “Em li benda rasparteyên komîteyên teknîkî ne. Komîte gotbêjan dikin li ser proje yasaya budce, deverên Kurdistanî û hêzên Pêşmerge.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin