Wezîrê Kurd: 'Me Petrola Kurdistanê ji 26ê Hezîranê ve radestî Iraqê kiriye'

04 September 2023 20:18 0 dîtin
Wezîrê Kurd: 'Me Petrola Kurdistanê ji 26ê Hezîranê ve radestî Iraqê kiriye'

PeyamaKurd - Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih behaneyên bo budçeyê yên hikûmeta bexdayê got: “Me ji 26ê Hezîranê ve petrola xwe radestî parzûngehên petrola Iraqê kiriye.”

Kemal Mihemed Salih îro 4ê Îlonê di civîna rojnamevanî ya hevbeş a ligel endamên şanda Herêma Kurdistanê ya Bexdayê de ragihand ku Iraqê ji 2014an ve xwestiye kêşe ji bo proseya derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê dirust bike.

Kemal Mihemed Salih da zanîn, piştî biryara dadgeha navdewletî ya li Parîsê, hinardeya petrola Herêma Kurdistanê hat rawestandin û ev rawestandin di berjewendiya hikûmeta Iraqê de nîne, ku mehane 400 hezar bermîl petrol, ku eger bi 70 dolar jî were hîsabkirin, dike 850 milyon dolar ziyan.

Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî eşkere kir, ji 25ê Hezîranê ve, mehane 50 hezar heta 102 hezar bermîl petrol her roj radestî Bexdayê hatine kirin, bi giştî rojane 85 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hatine dayîn, lê belê ji wê demê heta niha yek dînar li hember wê petrola ku ji Bexdayê re hatine dayîn, nehatiye şandin.