Ji Wezîrê Iraqê daxuyaniya hinardekirina petrola Kurdistanê: Em nêzî lihevkirinê ne…

12 February 2024 19:33 0 dîtin
Ji Wezîrê Iraqê daxuyaniya hinardekirina petrola Kurdistanê: Em nêzî lihevkirinê ne…

PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî ragihand ku ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê, ew bi kompaniyên petrolê re nêzî lihevkirinê ne.

Heyyan Ebdulxenî ji Bexdayê ji rojnamevanan re ragihand, di hevdîtinên kompaniyên petrolê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê de pêşketin heye û ew ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê de, nêzî lihevkirinê bûn.

Ebdulxenî herwiha diyar kir ku zêdekirina berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê jî girêdayî destpêkirina hinardekirinê ye.

Wezîrê Iraqî da zanîn ku Iraq niha rojane 3 milyon û 350 hezar bermîl petrolê hinardeyî derve dike û ji bo bigihin 4 milyon bermîlan pêdivî bi hinardeya petrola Herêma Kurdistanê heye.