Cotyar Adil: Em bawerin ku wê Hewlêr û Bexda bigihin rêkeftinê
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil di civîneke rojnamevanî de, eşkere kir ku gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê berdewam dikin û ew bawer dikin wê Hewlêr û Bexda bigihin rêkeftinê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ku bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk hat civîneke rojnamevanî li dar xist.
Cotyar Adar da zanîn ku gotûbêjên Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dikin û ew bawer dikin ku wê herdu alî bigihin rêkeftinê.
Adil bibîr xist ku Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe yên destûrî ji bo rêkeftina ligel Hikûmeta Federal a Iraqê bicih tîne û diyar kir, heta 10 rojan wê projeyasaya bûdçeya Herêma Kurdistanê ji bo Parlementoya Kurdistanê were şandin û li parlementoyê gotûbêj li ser were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin