Cotyar Adil: Em li bendê ne Bexda ji bo pirsên girîng demê diyar bike

02 January 2023 18:50 0 dîtin
Cotyar Adil: Em li bendê ne Bexda ji bo pirsên girîng demê diyar bike

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew amade ne her dema pêwîst bike Bexdayê bikin û got, “Em li benda Bexdayê ne ku demekê diyar dike.”

Cotyar Adil gotd: “Kabîneya Nehem ji dema destbikarbûna xwe ve peywendiyên xwe ligel hikûmeta federal a Iraqê berdewam kiriye, çendîn caran jî şandên Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kirine û li ser mijarên wekî projeyasaya bûdceya sala 2023yan a Iraqê, dosyeya petrolê û çavdêriya darayî, çendîn komîte ava kirine. Di navbera her du ofîsên çavdêriya darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hemahengî heye.”

‘Em li benda Bexdayê ne’

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê di berdewamê de diyar kir: “Serdana dawî ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê beriya sersala nû bû, niha jî her dema pêwîst bike em amade ne serdana Bexdayê bikin. Em li benda Bexdayê ne ku demekê diyar dike, ta ku em bi hev re bicivin û van mijarên girîng ên ku min behsa wan kiriye û çend pirsên din yên girêdayî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û pirsa Pêşmerge, gotûbêj bikin.