Cotyar Adil: Danûstandinên Hewlêr-Bexdayê gihîstine asteke bas

24 November 2019 18:12 0 dîtin
Cotyar Adil: Danûstandinên Hewlêr-Bexdayê gihîstine asteke bas

PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil li ser danûstandinên ligel Bexdayê ragihand, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê gihîştine asteke baş.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî jî îro bi şanda hikûmetê ya doh serdana Bexdayê kiribû û bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtin kiribû re civîya.

Berdevkê hikûmetê Cotyar Adil piştî civînê ragihand, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê didomin û heta bigihin rêkeftina dawî jî dê bidomin.

Cotyar Adil da xuyakirin ku danûstandinên her du aliyan gihîştine asteke baş û hevtêgihîştineke baş çêbûye.

Berdevkê hikûmetê herwiha got ku sibe jî şandeke Kurdistanê diçe Bexdayê û bi berpirsên Iraqî re li ser mijarên pêwendîdar hevdîtin pêk tîne.