Cotyar Adil: Hevdîtinên me hukumeta Iraqê re dewam dikin
PeyamaKurd – Berdevkê hukumtea Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand ku ew biryara dadgeha federal ya Iraqê weka biryareka siyasî dibînin, weka hukumeta Kurdistanê biryarê nasnakin û biryarê red dikin. Dr. Cotyar Adil weha got:
“Her çendîn dadgeha federla meqamê dawî yê biryarê be û îhtîmala guherandina biryarê tinebe jî, hevdîtinên me bi hukumeta Iraqê re dewam dikin. Em hukumeta Herêma Kurdistanê biryarê nasnakin û red dikin. Ti aliyekî biryarê ya naskirinê tine. Biryara hatiye dayîn ne qanûniye û dema biryarê daye, destûra Herêma Kurdistanê piştguh kiriye.
Bi taybetî dema dadgeha federal vê biryarê di pêvajoyeka weha de daye, em wek hukumeta Herêma Kurdistanê biryarê tewrekî siyasî dibînin. Dosya di vê mijarê de, ji sala 2012 an de li dadgehêye û 10 sale daye rawestandin lê çima îro pêdivî bi biryarekî weha dîtin û dosyayê xistin ser masê?
Bêguman çend sedem hene û bi temamên wan siyasîne. Biryar li dijî berjewendiyên Iraqê yê dahatûyê ne. Dema biryarê daye, desthilata Kurdistanê û taybetmendiyên wê nedane ber çav. Biryar xistina dahatûya Iraqê ye da bixin talûkê.”
Cotyar Adil her weha behsa şîrket û welatên ku Herêma Kurdistanê bi wan re peymanan kirine, li ser dahatûya wan fikra hukumeta Herêma Kurdistanê weha ragihand:
“Em dixwazin bêzanîn ku weka hukumet, me bi kîjan şîrket û welatan re peyman girêdaye, me biryarê daye ku bi wan re dewam bikin. Bila herkes bizanibe di vê mijarê de çi bikeve ser milên me û berpirsiyariya me çi be, em ê misoger bicîh bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin