Cotyar Adil: Em ê li ser budçeyê bi Iraqê bigihin rêkeftinê

11 November 2019 16:50 0 dîtin
Cotyar Adil: Em ê li ser budçeyê bi Iraqê bigihin rêkeftinê

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil da xuyakirin ku ew dê li ser budceya 2020an ya Iraqê bi hikûmeta federal a Iraqê re bigihin rêkeftinê.

Berdevkê hikûmetê Adil ji medya Kurdistanê re ragihand ku ew bi Bexdayê re guftûgoyên erênî berdewam dikin û geşbîn in ku li ser budceyê li hev bikin.

Dr. Cotyar Adil pêşbînî kir ku di çarçoveya destûra mayînde ya Iraqê de û li ser bingeha mafên herêma Kurdistanê ew ê bigihin rêkeftinê.

Adil da zanîn ku di heyama pêş de projeyên stratejîk ên hikûmetê dê bên ragihandin û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bixwe dê bi civîneke çapemeniyê projeyên stratejîk eşkere bike.

Dr. Cotyar Adil herwiha da xuyakirin ku hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze giringîyê bide sektora taybet û planeke berfireh li ser wê mijarê heye.