Cotyar Adil: ‘Em dixwazin li ser mijara pterolê bigihin rêkeftineke hevbes’
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, ragihand ku di demeke nêzîk de şandeke bilind a Hikûmeta Kurdistanê ji bo hevdîtinên ligel Hikûmeta Federal serdana Bexdayê dike.
Adil di civîneke rojnamevanî de îro 10ê Mijdarê eşkere kir, Hikûmeta Kurdistanê dixwaze ligel hikûmeta Federal a Iraqê li ser mijara petrolê bi awayekî cidî bigihe rêkeftinê û da zanîn, tevî hemû hewldanên cidî yên kabîneya nehem a Kurdistanê jî beriya niha ji ber astengên siyasî negihîştine rêkeftinekê.
Cotyar Adil diyar kir, “Şanda Herêma Kurdistanê ji bo xalên rêkeftina siyasî gotûbêj bike, bi Encûmena Nûneran a Iraqê û hikûmeta Federalî re, di demeke nêzîk de serdana Bexdayê dike.”
Herwiha Adil destnîşan kir, beriya niha Hikûmeta Kurdistanê û Iraqê li ser budçeyê li hev kiribûn û got, “Em dixwazin li ser mijara petrolê jî bigihin rêkeftineke hevbeş.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin