Rojava | Li Hesekê krîza avê gihîstiye asteke metirsîdar: Nexwesî belav dibin

02 August 2023 19:57 0 dîtin
Rojava | Li Hesekê krîza avê gihîstiye asteke metirsîdar: Nexwesî belav dibin

PeyamaKurd – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û derdora wê, krîza avê berdewam dike û gihîştiye asteke metirsîdar ku xelkê rûbirûyî bêaviyê ye.

Xelkê Hesekê bang li rêxistinên mirovî û aliyên navdewletî dike ku destêwerdanê bikin û çareseriyekê ji vê pirsgirêka mirovî re bibînin ku zêdetirî 50 roj in ava westgeha Elokê qut bûye û ji ber qirêjiya tankerên avê jî gelek nexweşî belav bûne.

Xelkê Hesekê û derdora wê ji neçarî avê ji tankeran dikirin û tevî ku herkes nikare ava tankêran bistîne jî ew av jî nepaqij e û dibe sedema belavbûna nexweşiyan bi taybet jî di nav zarokan de.

Dr. Ferîd Dawûd ku li Hesekê bijîşkiyê dike ji K24ê re gotiye: “Zêdetirî 3-4 mehan e av li Hesekê kêm e. Ava me bi riya tenkeran tê dabînkirin. Em nizanin ava tankeran ji ku tê dagirtin û heta çiqasî xwediyê tankeran pabendî mercên paqijiyê dibin. Gelek haletên jehrîbûn, zikçûn û îltîhaba rûviyan çêbûne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, westgeha Elok a ku avê ji bo Hesekê dabîn dike li bajarê Serê Kaniyê ye, ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin de ye. Herî dawî jî ava Elokê 27 Hezîranê car din hatiye birîn û nêzî milyonek şêniyên Hesekê û navçeyên wê bêav hatine hiştin.

Rêveberiya Avê ya li Hesekê çend roj berê ragihandibû ku danûstandinên UNICEF û aliyê Tirkî ji bo berdana avê biser neketine. Herwiha UNICEFê eşkere kiriye ku pirsgirêka westgeha Elokê ne teknîkî ye, bi doseyên siyasî ve girêdayî ye û ti deshilata wan nîne zextê li ser Tirkiye û komên çekdar bikin.