MSF: Kêmbûna avê ya li Rojavayê Kurdistanê gihîstiye asteke gelekî metirsîdar

29 September 2021 20:02 0 dîtin
MSF: Kêmbûna avê ya li Rojavayê Kurdistanê gihîstiye asteke gelekî metirsîdar

PeyamaKurd - Rêxistina Doktorên Sînornenas (Médecins Sans Frontières - MSF)  hişyariya kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê da û eşekere kir ku jiyana xelkê di metirsiyê de ye.

Rêxistina Doktorên Sînornenas di rapora xwe de diyar kir, bakurê rojhilatê Sûriyê rastî dijwartirîn krîza avê hatiye û kêmbûna avê gihîştiye asteke gelekî metirsîdar.

Berpirsê Hişyariya Tendirustî ya MSFê li bakur û rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Mixlac got: “Em bi berdewamî rastî bandorên ava nepak tên. Kêmbûna avê nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê jî ji kampan re tîne.”

Mixlac da zanîn, kêmbûna avê di demekê de ye, vîrûsa koronayê bi awayekî zêde di nava xelkê de belav dibe ku tedbîrên bingehîn ên paqijiyê ji bo pêşîgirtin û xweparêziya ji vîrûsê asteng dike.

Li gor rêxistinê, kêmbûna piştevaniya darayî bûye sedema têkçûna rewşê ku li seranserî Sûriyê tenê ji sedî 4 ji budçeya bersivdana mirovî ji bo xizmetên avê û paqijiyê tên xerckirin, ev jî bi qasî sêyeka budçeya ku sala borî hatiye xerckirin e.

MSFê hişyarî da û ragihand, ji ber kêmbûna avê jiyana xelkê di metirsiyê de ye û daxwaz ji welatên piştevaniyê dikin kir di zûtirîn demê de alîkariya darayî pêşkêş bikin, ji bo ew bikarin avê û xizmetên pêwîst ji xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê bikin.