Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê qirêjiya hewayê gihîstiye asteke metirsîdar

10 April 2022 14:36 0 dîtin
Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê qirêjiya hewayê gihîstiye asteke metirsîdar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hewaya pi piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber tozbarîna ku ji ser welatên Erebistana Siûdî, Iraq û Sûriyê ve tê qirêj bûye û ji bo jiyana rojane bûye asteng.

Barîna tozê bi ba û bageran gihîştiye Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bandoreke xirab li ser piraniya parêzgehên rojava û navendî yên Îranê dike.

Herwiha piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet bajarê parêzgeha Sineyê di rewşek xirab de ne.

Hat diyarkirin ku ji ber qirêjiya hewayê bajarên Sine, Seqiz û Merîwan di rewşeke metirsîdar de ne û bajarên bandora tozbarînê li ser bajarên Kamêran, Dîwandere û Bîcarê jî dewam dike.

Li gorî ragihandina berpirsên keşûhewayê tê çaverêkirin îro Yekşemê bandora tozbarînê li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê derbas bibe.