Soygu rapor da Pûtîn: Ew herêm bi temamî hat kontrolkirin

04 July 2022 19:38 0 dîtin
Soygu rapor da Pûtîn: Ew herêm bi temamî hat kontrolkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, derbarê rewşa dawî ya şerê dagirkirina Ukraynayê de, raporek pêşkeşî Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn kiriye.

Li gorî rapora hatiye pêşkeşkirin, Şoygu ragihandiye ku ji 19ê Hezîranê ve herêma Luhansk a ku Rûsyayê wekî komar ragihandibû bi temamî hatiye kontrolkirin.

Di raporê de hatiye gotin ku bajarên Lisiçansk û Severodonetsk ên di bin dorpêçê de bûn ji hêzên Ukraynayê hatine paqijkirin û bi giştî 25 deverên niştecihbûnê hatine kontrolkirin.

Şoygu gotiye: “Operasyon doh bi rizgarkirina yek ji bajarê herî mezin ê Luhanskê Lisiçanskê hat temamkirin. Bi giştî qadeke 670 kîlometreyî hat kontrolkirin.”

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin, di encama operasyonê de 5 hezar û 469 windahiyên hêzên Ukraynayê çêbûne û ku 2 hezar û 218 ji wan mirine û 3 hezar û 251 kes jî birîndar bûne.

Dawiyê jî Şoygu daye xuyakirin ku operosyanên hêzên rûsî li nav Ukraynayê dewam dikin.