Rewangeha Sûriyê: HSDê 19 bergumanên DAISê serbest berdan

19 March 2023 17:34 0 dîtin
Rewangeha Sûriyê: HSDê 19 bergumanên DAISê serbest berdan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku HSDê bi destwerdana eşîrên Ereb 19 çekdarên DAIŞê yên ku tevlî sûcên weke kuştinê nebûne, serbest berdan.

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan dîyar kir, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hin kesên ku bi hinceta pêwendiya wan bi rêxistina terorîst a DAIŞê re hatine girtin serbest berdan.

Rewangehê ragihand, 19 kesên ku bi tohmeta pêwendiya wan bi DAIŞê re hebûn ûhatibûn girtin, bi destwerdana eşîrên Ereb hatin berdan.

Hat destnîşankirin, di encama lêpirsînê de kesên sûcên wan ên kuştinê tune ne hatine berdan.

Hate diyarkirin, hemû kesên hatin berdan li gundên rojavayê Dêrezorê bi cih bûne û di operasyonên cuda yên HSDê de hatine girtin.

Ji aliyê din ve, ji sala 2019an ve, bi navbeynkariya serokên eşîrên Ereb, HSD bi sedan endamên DAIŞê yên ku destê wan di tawanên weke kuştinê de nebûne, serbest berdane.