Rewangeha Sûriyê: Meha borî li temamê deverên di bin desthilata HSDê de 58 kes hatine kustin
PeyamaKurd – Rewangeha Sûriyê ya ji bo Mafên Mirova diyar kir, meha borî, li temamê deverên di bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 58 kes hatine kuştin û hejmarek ji wan kuştiyan welatiyên sivîl in.
Li gor Rewangeha Sûriyê ya ji bo Mafên Mirovan da zanîn, di nava meha borî de li temamê wan deverên ku di bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne, 58 kes hatine kuştin, ji wan 26 kes welatiyên sivîl in û 25 kes endamên HSDê ne.
Rapora Rewangeha Sûriyê ya ji bo Mafên Mirova destnîşan kir, 7 kes jî di şerê navbera eşîran de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin