Meha borî hezar û 200 sivîl li Sûriyê hatin kustin

02 April 2018 21:08 0 dîtin
Meha borî hezar û 200 sivîl li Sûriyê hatin kustin

PeyamaKurd - Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku meha çûyî li Sûriyeyê 1241 sivîl hatin kuştin.

Di rapora Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê de hat diyarkirin ku meha çûyî li Sûriyeyê 1241 sivîl hatin kuştin, ji vê 1006 kes di êrişên rejimê û Rûsyayê de bûne.

Hat destnîşankirin ji sedî 92 qetlîamên li welêt ji hêla rejimê ve li Xûtaya Rojhilat tên kirin.

Li gor raporê serê salê vir ve li Sûriyê 3404 kes hatin kuştin ku ji sedî 80ê wan ji hêla îtifaqa rejîmê û Rûsyayê ve bûne.

Di meha adarê de 203 zarok, 186 jin, bi tevahî 914 sivîl ji hêla rejimê ve hatine kuştin ku ji van 12 kesan jî îşkence dîtine.

Ji bilî vê hat diyarkirin hêzên tê texmînkirin yên Rûsyayê ne jî 46 zarok, 12 jin, bi tevahî 92 sivîl kuştin.