Pentagon: Di meha borî de 55 êrîs li ser bingehên Amerîka li Iraq û Sûriyê hatine kirin!
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir, ji 17ê Cotmehê ve 55 êriş li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê hatine kirin.
Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh di civîna çapemeniyê ya rojane de agahiyên nû derbarê êrîşên li ser baregehên Amerîkayê de eşkere kir.
Singh da zanîn, ji 17ê Cotmehê û vir ve 55 êrîş li ser baregehên Amerîkayê, 27 li Iraqê û 28 jî li Sûriyê hatine kirin û Singh diyar kir, di van êrîşan de 59 personel bi sivikî birîndar bûne û hemû jî vegeriyane ser karê xwe.
Singh komên girêdayî Îranê ji êrîşên li ser baregehên Amerîkayê berpirsyar girt û got, mafê Amerîkayê ye ku bersiva van êrîşan bide.
Singh eşkere kir, ew hewl didin ku kêşeya Îsraîl û Filistînê li herêmê belav nebe û tenê bi Xezzeyê ve bisînor bibe, Singh destnîşan kir, bi hebûna xurt a Amerîkayê ya li herêmê heta niha di vê polîtîkaya "pêşgiriyê" de bi ser ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin