Pentagon bende nîne ku Îsraîl ji bejayiyê de êrîsê bibe ser Lubnanê
PeyamaKurd – Berdevka wezareta berevaniyê (Pentagon) ya DYAyê Sabrina Singh ragihand ku bende nînin ku Îsraîl di wextekî nêz de ji berjayiyê de hereketekî bike ser axa Lubnanê. Singh, her weha banga çareseriya dîplomatîk kir. Singh, di daxwuyaniya xwe de got:
“Em naxwazin di herêmê de genegeşe zêde bibe û gavekî weha bê avêtin. Em çareseriyekî ku ber li şer bigre û çareseriya aştiyane bike, dixwazin. Em di êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê de îstîxbaratê jî nadin Îsraîlê.”
Li aliyê dinê serokerkanê Îsraîlê Herzi Halevi, ji bo leşkerên xwe yên ser sînorê Lubnanê gotibû ku êrîşên hewayî yên ser Lubnanê dewam dikin û ew êrîş ji bo zemînekî ji hereketa bejayiyê re amade bikin, dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin