Pentagon: “Li Sûriyê û Iraqê di 3 mehan de 134 car êrîs kirin ser baregehên me”
PeyamaKurd – Pentagonê rapora xwe ya di navbera 1ê Cotmehê û 31.12.2023an de pêşkêşî kongra Amerîkayê kir. Wezareta berevaniya Amerîkayê Pentagon di rapora xwe de ragihand ku grûbên bi desteka Îranê li Sûriyê û Iraqê di nav 3 mehan de 134 car êrîşê ser baregehên Amerîkayê kirine. Di raporê de weha hat gotin:
“Grûbên mîlîs yên nêzî Îranê di nav 3 mehan de 134 car êrîşê ser baregehên me yên Sûriyê û Iraqê kirin, êrîşê ser berjewendiyên me kirin û xebatkarên me yên leşkerî birîndar kirin.
Di êrîşan de wan grûban balafirên bombekirinê yên dronan, roket û fuzeyan bikaranîn. Hêzên me jî li Iraqê û Sûriyê êrîşê baregehên wan kirin û bersiva wan dan.”
Di raporê de hat ragihandin ku ji meha Cotmehê û vir de piştî şerê Hamasê û Îsraîlê destpêkir, êrîşên ser baregehên Amerîkayê bêhtir zêde bûne.
Pentagon got ku şiyanên wezaretê yên mudaxeleyê zêdetir kirine û zêdetir sîstemên fuzeyan yên bergiriyê şandine herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin