Pentagon: 115 êrîs li ser hêzên Koalîsyonê li Iraq û Sûriyê

02 January 2024 11:03 0 dîtin
Pentagon: 115 êrîs li ser hêzên Koalîsyonê li Iraq û Sûriyê

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji 17ê Cotmehê ve li Iraq û Sûriyê 115 êrîş li dijî hêzên Koalîsyonê hatine kirin.

Rayedarekî Pentagonê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, ji 17ê Cotmeha 2023an vir ve li dijî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi giştî 115 êrîş hatine kirin ku 51 ji wan li Iraqê û 64 ji wan jî li Sûriyê bûn û got: “Tenê îro du êrîş pêk hatin li ser hêzên me yên li Sûriyeyê.” got.

Di daxuyaniya Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) de hat ragihandin ku di 1ê Çileya 2024an de komên çekdar ên neyasayî yên Iraqê bi moşek û balafirên bêbalafirevan baregeha leşkerî ya Amerîkayê li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê kirine armanc.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li qada gazê ya Konîko ya ku leşkerên Amerîkayê lê bi cih bûne 11 moşek hatin avêtin û li qadê jî êrîşa bi balafirên bêfirokevan hat kirin û wiha hat gotin: "Hê derbarê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.