Pentagon: Di rola hêzên me yên Iraqê de guhertin çênebûye

04 September 2024 18:32 0 dîtin
Pentagon: Di rola hêzên me yên Iraqê de guhertin çênebûye

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) General Pat Ryder diyar kir ku rola hêzên Amerîka yên li Iraqê neguheriye û ji bo tespîtkirina gefên DAIŞê ligel hêzên Iraqê karekî baş kirine.

Ryder, di civîna rojnamevanî ya li Washingtonê de li ser pirsa derbarê gefa DAIŞê ya berdewam got, “Bi baweriya min divê em jê piştrast bibin ku dê DAIŞê venegere wê hêza xwe ya berê.”

Rayedarê Amerîkî, bal kişand ser ku wê hêzên Amerîkayê hevkariya xwe ya dijî terorê bi hêzên Iraqê û hevkarên din re berdewam bikin û bibîr xist, “Ji ber 9 hezar girtiyên DAIŞê li Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) hene, divê hebûna gefa wê cidî bê dîtin.”

Ryder îdiayên ku rola hêzên Amerîkayê li Iraqê guheriye jî red kir û got: "Amerîka bi hevkarên xwe yên çaralî yên cîhanê re dixebite. Ger gefek li ser ewlehiya Amerîka ya netewî û hevkarên wê hebe, ji bo berterefkirina van gefan, em ê ligel hevkarên xwe kar bikin.”