Pentagon: Me ti guhertinek di hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê de nekiriye

15 March 2024 09:01 0 dîtin
Pentagon: Me ti guhertinek di hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê de nekiriye

PeyamaKurd – Cîgira Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh got ku "Me hejmar û tevgera hêzên xwe li Sûriye û Iraqê neguherandiye."

Sabrina Singh di kongreya rojnamevanî ya ku roja 14ê Adarê lidar xist de, bersiva K24ê daye û gotiye, erkê hêzên me yên li Sûriye û Iraqê ew e ku piştrast bin ku DAIŞ were jinavbirin û tiştek neguheriye.

Cîgirê Berdevkê Pentagonê Singh got: "Me hejmar û tevgera hêzên xwe li Iraq û Sûriyê neguherandiye."

Tê nirxandin ku leşkerên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bi xeteriyeke cidî re rû bi rû ne. Di Kanûna 2023an de, 84 endamên Senatoya Amerîkayê ji tirsa ku kêmkirina hejmara leşkeran dê xizmeta Îranê bike, deng da ku hêzên xwe li Sûriyê bimînin.

Amerîka berî niha gelek caran ragihandibû ku erkê wê li Iraq û Sûriyê şerê DAIŞê ye.