TMMS: Meha borî li Sûriyê 198 kes bi îskencê hatin kustin

02 September 2018 19:07 0 dîtin
TMMS: Meha borî li Sûriyê 198 kes bi îskencê hatin kustin

PeyamaKurd- Tora Mafên Mirovan ya Sûriyê (TMMS) ragihand ku meha borî 198 kes li Sûriyê bi îşkencê hatin kuştin. Piraniya van kesan ji aliyê rejîma Beşer Esed ve hatin kuştin. Ev di rapora meha tebaxê de hat ragihandin.

Di raporê de behs tekirin ku ji girtiyên di destê PKKê de 1 ji wan û DEAŞ jî jinekî ku di destê wan de bû, bi îşkencê kuştine. 2 kes jî ji aliyê kiryarên wan ne diyar de bi îşkencê hatine kuştin. Di raporê de dibêje meha borî li Şamê 7, li dora Şamê 37, li Der’ayê 2, li Humusê 14, li Hamayê 4, li Idlibê 3, li Helebê 5, li Lazkiyê 13, li Dêrezorê 3, li Raqqayê 1, li Hasekiyê 104 û li Şuheydayê 1 kes bi îşkencê hatine kuştin.

Tor, berê ragihandibû ku rejîma Esed bi sedhezaran kesan di destê xwe de girtî dihêle ku jimara wan li dora 500 hezar kesîne. Rejîm qebûl kiribû ku ji wan 836 kesan kuştiye û malbatên wan agahdar kiriye.