Bi çekan êrîsî mala fermandarekî Ajansa Îstixbarata Iraqê kirin
PeyamaKurd – Bi çekan êrîşî mala fermandarekî Ajansa Îstixbarata Iraqê kirin û ew fermandar daxwaz ji serokwezîr dike, bi hewara wî de biçin.
Fermande li Ajansa Îstixbarat / Wezareta Navxwe ya Iraqê Eqîd Sadiq Elî Husên, bi vîdeoyekê de diyar dike: “Bi çekan êrîşî ser mala min kirin.”
Eqîd Sadiq Elî Husên dide zanîn: “Telefonî polîsê hewarçûnê kiriye, lê çekdaran rê nedane polîs nêzîkî mala wî jî bibe.”
Ew fermandarê Iraqê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Wezareta Navxwe ya Iraqê dike bi hewara wî de biçin û dibêje: “Ez eqîdê dewletê me, êrîş li ser min tê kirin û kes min naparêze, baş e hemwelatiyê hejar çawa wê bê parastin?”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin