Serok Barzanî pêswazî li sanda Tevgera Babiliyon kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 27ê Sibata 2022yan pêşwazî li şanda Tevgera Babiliyon a Iraqê ya bi serokatiya Reyan Kildanî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî û geşedanên dawî yên nava proseya siyasî ya Iraqê hatine guftûgokirin.
Herwiha di hevdîtinê de, tekezî li parastina mafên destûrî yên pêkhateyên Iraqê û hevahengî û nêzîkbûna di navbera wan de hate kirin.
Di beşeke din a civînê de jî şanda mêvan pêzanîna xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê di piştevanîkirina pêkhateyên olî û netewî yên Iraqê de nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin