Wezîrê Qeterê: Herêma Kurdistanê xwedî roleke girîng û sereke ye
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî doh 24ê Adarê serdana Kurdistanê kir û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.
Al Sanî li ser vê serdana xwe ragihand, Herêma Kurdistanê li herêmê xwedî roleke girîng û sereke ye.
Wezîrê Derve yê Qeterê ji medya Kurdistanê re serdana xwe nirxand û got: “Herêma Kurdistanê beşeke Iraqê ye. Bi me bangawaziya bo diyaloga nîştimanî pêwîst e giştî be û bêyî cudahiya netew û pêkhateyên olî lixwe bigire. Herêma Kurdistanê roleke xwe ya girîng û sereke heye. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rolekî erênî bo aramiya Iraq û pêkanîna jîngeyekî nîştimanî ya giştî heye. Em jî dê vê mijarê de hewl bidin.”
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Qeterê di hevdîtina doh de, vexwendina fermî bo serdana Dohayê gihandibû Nêçîrvan Barzanî û Barzanî jî herwiha ji ber temambûna rêkarên vekirina Konsolxaneya Qeterê li Hewlêrê destxweşî li wezîrê Qeterê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin