Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê re civiya
PeyamaKurd – Li Dohayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Se'd Bin Reşîde El Ke'bî re civiya.
Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Se'd Bin Reşîde El Ke'bî, di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Qeter û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê enerjî û gaza sirûştî û berfirehkirina derfetên hemahengiya navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.
Mesrûr Barzanî do Sêşemê 15ê Sibata 2022yan bi serdaneke fermî li ser vexwendina Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, serdana Qeterê kir û li Balafirgeha Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Qeterê Sultan Bin Se'd û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin