Hevpeymanîya Navdewletî: Pêsmerge di serkeftinan de roleke girîng dilîze

14 April 2023 17:22 0 dîtin
Hevpeymanîya Navdewletî: Pêsmerge di serkeftinan de roleke girîng dilîze

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand ku Hêzên Pêşmerge  û Wezareta Pêşmerge roleke girîng di serkeftina têkbirina DAIŞê de dilîzin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Pêşmerge di rahênanên xwe de ji bo parastin û bihêzkirina şiyanên xwe berdewam in, ev jî bi temamî wan amade dike ji bo encamdana erkê girîng yê parastina asayîş û aramiya Iraqê.”

Hevpeymaniyê diyar kir ku Wezareta Pêşmerge di serkeftinên hevbeş de di rûbirûbûn û jinavbirina DAIŞê de, roleke girîng dilîze.

 

The #Peshmerga continues their training to maintain capabilities while enabling effectiveness & readiness in mission-essential tasks that help promote Iraq's security & stability. @KRG_MOPE plays a vital role in our collective success in the #DefeatISIS fight. #AdviseAssistEnable https://t.co/PGqBEXTITt

— Operation Inherent Resolve (@CJTFOIR) April 14, 2023