YEyê, ji bo herêma Sengenê, danîna sîstema Çûn-Derketinê ya elektronîk qebûl kir
PeyamaKurd - Yekîtiya Ewrûpayê ji bo rêwiyên ku seyahetê dikin herêma Şengenê, qebûl kir ku sîstema çûn û hatina wan, dijîtalî bên qeydkirin û wê pêvajoyê ast bi ast bicîh bînin.
Sîstema ku aliyê wezîrên karên hundir yên endamên YE de hat qebûl kirin, wê agahiyên rêwiyan yên pasaportê, şopa tiliyên wan û dîmenên ruyên wan bi dîjîtalî qeyd bikin. Bi vê biryarê armanca YEyê ewe ku ber li çûnûhatinên ne qanûnî û ber li koçberên nerewa bigrin.
Yekîtiya Ewrûpayê berê jî gelek caran xwestibû ku derbasî sîstema dîjîtal bibin lê ji ber ji sîstemê re perê zêde lazim bû, nikaribûn derbasî sîstema dîjîtal bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin