Hêzên Îranê ciwanek li ber deriyê mala wî kust

07 July 2024 15:43 0 dîtin
Hêzên Îranê ciwanek li ber deriyê mala wî kust

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Zabolê yê Belûçistanê hêzên Îranê bi guleyan ciwanê temen 18 salî bê agahdariyekê ji serê wî birîndar kir ku li nexweşxaneyê can da.

Hate zanîn ciwanê 18 salî yê bi navê Hebîb Xofran (Têymûrî), bi sedema teqeya rasterast a hêzên Îranê bi hinceta madeyên hişber bikar tîne, li ber deriyê mala wî kuşt.

Li gorî zanyariyên herêmî, Hebîb Xofran dema bi maşîna xwe bo mala xwe li gundê Serhedî yê bajarê Zabolê vedigeriya û gihîşt ber mala xwe bêyî agahdarkirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate gulebarankirin.

Xofran di encama guleya ku li serê wî ket giran birîndar bû û piştî rojekê jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.