Hêzên Îranê ciwanekî Kurd bi îskence û gulebaranê qetil kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî li bendeke kontrolê ya hêzên Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, ciwanekî Kurd piştî îşkenceyê hatiye gulebaran kirin û kuştin.
Li gorî zanyariyan, doh êvarê ciwanekî bi navê Behzad Ezîzî yê 19 salî yê ji gundê Derga Şêxan a bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li bendeke kontrolê hate sekinandin û destpêkê rastî lêdana hêzên Îranê hat û piştre jî hat gulebaran kirin.
Hat zanîn ku ciwanê Kurd ê 19 salî piştî gulebaranê jiyana xwe ji daye û cenazeyê wî rakirine Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî ya li Baneyê.
Piştî bûyerê xelkê nerazîbûn nîşan da û baragehên hêzên Îranê dan ber agir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin