Îsraîl: Me sîstemeke nû ya berevaniya esmanî pês xist

17 June 2023 11:38 0 dîtin
Îsraîl: Me sîstemeke nû ya berevaniya esmanî pês xist

PeyamaKurd Îsraîlê bi tirsandina Rûsya û Îranê, da zanîn ku wê sîstemeke nû ya berevaniya esmanî ya ku dikare moşekên hîpersonîk biavêje pêşxistiye

Sîstema bi navê Sky Sonic ku fîrmaya parastinê ya dewletê Rafael li ser dixebite, tê ragihandin ku armanca wê lêdana moşekên hîpersonîk e ku 5 heta 25 qat ji deng zûtir tevdigerin.

Yuval Stenitz, rêvebirê fîrmaya ku di heman demê de pergala berevaniya hewayî ya navdar a Îsraîlê Iron Dome dîzayn kir got, Sky Sonic wê "moşekên balîstîk ên hîpersonîk û moşekên krûzê yên hîpersonîk li hewayê tune bike".

Yuval Stenitz agahî parve nekiriye ka pergal wê kengê temam bibe û ji bo artêşê were bikaranîn.

Ajansa nûçeyan a Keyaniya Yekbûyî (Brîtanya) Reuters ragihand, Pentagon jî derbarê projeyê de hatiye agahdarkirin. Wezareta Parastinê ya Îsraîlê daxwaza ajansê ji bo şîroveyê red kir.

The Telegraph, yek ji rojnameyên sereke yên Keyaniya Yekbûyî, jî nivîsand ku Sky Sonic "wê bibe yekem pergala berevaniya hewayî li cîhanê ku tenê li ser lêdana moşekên hîpersonîk hûr dibe".

Projeya nû ya Îsraîlê piştî ku Îranê hefteya borî yekem moşeka xwe ya hîpersonîk "Fettah" ku li navxwe hatiye hilberandin eşkere kir tê.

Fermandeyê Hêza Fezayê ya Pasdarên Şoreşê ya Îranê Serleşker Emîr Elî Hacîzade di 6ê Hezîranê de diyar kiribû ku menzîla wê moşekê 1400 kîlometre ye û dikare 15 qat ji deng zûtir bimeşe.

Hacîzade got, "Ti sîstemeke ku bikaribe li hemberî vê moşekê bisekine yan jî hevrikiyê bike nîne."

Rûsyayê jî di sala 2018an de moşeka hîpersonîk Kinjal destnîşan kiribû. Di şerê Ukraynayê de, ku bi fermana operasyona leşkerî ya Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn di 24ê Sibata sala borî de dabû destpêkirin, cara ewil moşek hatin bikaranîn.

Ukrayna îdia kir ku wan di meha Gulanê de 6 moşekên Kinjal ku Kremlînê jê re gotibû "bêşikestin" xistine xwarê. Di heman mehê de Rûsyayê îdia kiribû ku wan bi moşekeke hîpersonîk sîstema berevaniya hewayî ya Patriot a Amerîkayê li Kîevê ya paytexta Ukraynayê xistiye.