Netanyahu, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ji kar dûr xist!

27 March 2023 01:00 0 dîtin
Netanyahu, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ji kar dûr xist!

PeyamaKurd- Di qeyrana ku her diçe li Îsraîlê kûr dibe de pêşveçûneke nû hat ragihandin. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Netanyahu Wezîrê Berevaniyê ji kar dûr xist.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî Wezîrê Berevaniyê Yoav Gallant ji kar dûr xistiye.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiyê de hat dayîn de hat gotin ku "Serokwezîr Benjamin Netanyahu, biryar da ku Wezîrê Berevaniyê Yoav Gallant ji erkê dûr bixe.”

Di daxuyaniyê de ji bilî vê agahiyê, hûrgilî nehatin parvekirin.

Gallant duh bi rêya daxuyaniyekê xwepêşandanên berfireh ên di nav artêşê de li dijî reforma dadrêsiyê bi bîr xistibû û banga rawestandina reforma darazê ya nakokbar kiribû lewra vê yekê wekî xetereya li ser ewlehiya neteweyî nirxandibû.