Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê xwest ku Tirkiye ji NATOyê bê derxistin
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz telîmat da dîplomatên ku "ji bo derxistina Tirkiyeyê ji NATOyê bi endamên hevpeymaniyê re têkilî daynin."
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku ew ji dîplomatên wî dixwazin ku ji bo şermezarkirina Tirkiyê û derxistina wê ji NATOyê bi endamên hevpeymaniyê re têkiliyê deynin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê de ev daxuyanî hatin dayîn:
"Li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Erdogan û gotinên metirsîdar ên ji bo dagirkirina Îsraîlê, Wezîrê Karên Derve Yisrael Katz telîmat da dîplomatên ku bi lezgînî bi hemû endamên NATOyê re têkilî daynin û daxwaza şermezarkirina Tirkiyeyê û derxistina wê ji hevpeymaniya herêmî bikin."
Çi qewimî?
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê da wiha got: "Em ê heman tiştî li wan jî bikin, çawa ku em ketin Qerebaxê, em ketin Lîbyayê. Tiştekî neyê kirin tune ye. Tenê divê em bi hêz bin, çi ji destê me tê. em van gavan dikin? Werin em bavêjin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin