Wê Japonya mosekên PAC-3 bifirose Amerîkayê

30 July 2024 17:03 0 dîtin
Wê Japonya mosekên PAC-3 bifirose Amerîkayê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî hikûmeta Japonyayê destûra zêdekirina rêjeya hinardekirina berevaniyê daye, dê bi bihayê 19,5 milyon dolaran moşekên xwemalî yên PAC-3 bifiroşe Amerîkayê.

Li gorî nûçeya televizyona dewleta Japonya NHKê, peymana firotina moşekan bo Amerîkayê piştî daxwaza Wezareta Berevaniya Japonyayê  ya rêdana hinardekirina çekan ji aliyê hikûmetê ve hatiye pejirandin hatiye girêdan.

Japonyayê 20 sal berê dest bi hilberandina moşekên PAC-3 kiribû.

Wezîrê Berevaniya Japonyayê Kihara Minoru, peymana hinardekirina moşekan ji bo tifaqa Japonya-Amerîka weke pêngaveke girîng nirxand.