Amerîkayê, pergalên lêgerîna F-16an firotin wî welatî
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku firotina pergalên lêgerîn û şopandina infrasore F-16an, bi buhayê 500 milyon dolarî û alavên wan ên pêwendîdar; ji bo Taywanê hatiye qebûlkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, di derbarê erêkirina firotina van pergalên navborî de ji Kongreyê re teblîxat şandiye û di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Firotina van amûran û piştgiriya me ya ji bo Taywanê dê hevsengiya leşkerî ya bingehîn a li herêmê neguherîne."
Rêvebiriya Amerîkayê, di meha adarê de firotina çekan a bi buhayê 619 milyon dolarî, tevî cebilxaneyên F-16 û alavên pê ve ji Taywanê re qebûl kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin