Estonya, ji Amerîkayê bi 200 milyon dolaran mosekan dikire

04 December 2022 18:29 0 dîtin
Estonya, ji Amerîkayê bi 200 milyon dolaran mosekan dikire

PeyamaKurd- Welatê Estonya ku endamê NATOyê ye û cîranê Rusyayê ye, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bi peymaneke 200 milyon dolarî, ji Amerîkayê pergala rokêtê ya topan bikire.

Ji aliyê rayedarên berevaniyê yên Estonyayê ve hat diyarkirin ku peymana ku bi Amerîkayê re ji bo pergala roketan a HIMARS hatiye destnîşankirin, dê zêdetirî 200 milyon dolar cebilxane û amûr bên dabînkirin û dê di vê çarçoveyê de xizmeta perwerdehiyê jî bê wergirtin.

Hat ragihandin ku di peymanê de roketên HIMARS ên ku menzîla wan ji 70 heta 300 kîlometroyan e hene û tê payîn ku pargîdaniya bi navê Lockheed Martin Corporation, dê di sala 2024an de radestkirina yekemîn pêk were.

Her wiha ji aliyê rayedaran ve hat diyarkirin ku ev peyman, projeya herî mezin a kirîna çekan e û diyar kirin ku ev peyman dê kapasîteya parastinê ya Estonyayê zêde bike.