Amerîkayê bo qeyrana li Sûriyê biryara ji 720 milyon dolaran zêdetir alîkarî da
PeyamaKurd – Amerîkayê biryar da bo qeyrana li Sûriyê ji 720 milyon dolaran zêdetir alîkariya mirovî bide.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Stephen Biegun do Pêncşemê, ev daxuyanî li New Yorkê di programeke taybet ya di bin siya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da.
Biegun diyar kir, ew pere dê ji bo Sûriyeyiyên ku li hindurê welêt in û yên ku li seranser cîhanê di rewşeke pir dijwar de ne were bikaranîn.
Biegun herwiha da zanîn, bi vê alîkariya nû, perê ku Amerîka ji destpêka qeyrana Sûrîyê vir ve daye, 12 milyar dolar derbas kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin